Kazimî: Emê di sala 2021ê de gendeliyên mezin derxin holê!

04 January 2021 00:17 0 dîtin
Kazimî: Emê di sala 2021ê de gendeliyên mezin derxin holê!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji her cure gefan re amade ne û got ku girîngiya Iraqê di qada herêmî û navnetewî de jî baş tê zanîn.

Kazimî di civîna xwe ya ku ligel wezîran û hejmarek akademisyenan li dar xist de got, ji dema ew hatiye ser kar baweriya gel a bi hêzên ewlekariyê zêde bûye û niha hêzên Iraqê li hemberî her cure gefan amade ne Iraqê biparêzin.

Li ser yasaya budçeyê jî Kazimî daxwaz kir ku dawî li hesabên siyasî bê anîn û diyar kir, ti pêşnûmeyeke wan a milmilaneya siyasî di yasaya budçeyê de nîne.

Kazimî herwiha da zanîn ku ew dê di sala 2021ê de gendeliyên mezin ên li Iraqê hatine kirin derxin holê û ew dê destûrê nedin Iraq îflas bike û hilweşe.