Kazimî: Sedr xetayeke mezin kir û derfet da dijberên xwe!

04 October 2022 21:24 0 dîtin
Kazimî: Sedr xetayeke mezin kir û derfet da dijberên xwe!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de ji medya Iraqê re ragihand ku Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bi vekişîna ji parlamentoyê xetayeke mezin kiriye û derfet daye dijberên xwe.

 Kazimî ji aliyê alîgirên Tevgera Sedr ve serdegirtina Herêma Kesk a Bexdayê rexne kir û got, , "Em bi awayekî aştiyane ji bo derxistina xwepêşanderan ji avahiyên hikûmetê, bi ser ketin. Xwepêşander amade bûn ji parlamentoyê vekişin, lê geşedanên navbera herdu aliyan nedihat pêşbînîkirin.”

Herwiha Kazimî got, “Sedr bi vekişîna ji parlamentoyê re, derfeta kutleya herî mezin a parlamentoyê da dijberên xwe. Sedr xetayeke mezin kir.”