NY: Li Sûriyê derfetek mezin ji bo dîyaloga berfireh çêbûye
PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî hilweşîna rejîma Beas a Sûriyê, derfetek mezin ji bo diyalogek berfireh çêbûye.
Komîsyarê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Volker Turk îro 9ê Kanûnê got, piştî jinavçûna rêjîma Esed, divê pêvajoya veguheztina siyasî li Sûriyê hemû berpirsiyarên tawanên di dema desthilatdariya wî de hatine kirin, bide darizandin.
Turk di civîna rojnamevanî de diyar kir, "Di pêvajoya veguheztina siyasî de divê berpirsyarên binpêkirinên giran bên darizandin" û got, "Ji bo parastina hemû kêmneteweyan û nehiştina tolhildanê, divê hemû tedbîr bên girtin."
Volker Turk, herwiha bang kir ku berpirsên tawanên berê li Sûriyê bêne darizanin û delîl bên parastin û wiha pê de çû: "Sûriye pêdivî bi avakirina sîstemeke yasayî heye ku derheqê wan kesên ku dibe ku tawanên hovane kirine, ji wan Esed û karbidestên pilebilind lêpirsînê bike."
Turk anî ziman ku niha derfetek mezin heye ji bo lidarxistina diyaloga hemû aliyan li xwe bigre û hêvî xwest, li gorî şert û mercên heyî diyalogeke ku her kes tê de beşdar be, pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin