Kazimî: Ev krîza herî mezin a ji sala 2003yan ve ye!

18 September 2022 14:50 0 dîtin
Kazimî: Ev krîza herî mezin a ji sala 2003yan ve ye!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku Iraq ji sala 2003yan ve rûbirûyî yek ji krîza herî kûr û zehmet a siyasî bûye ku niha berdewam dike.

Kazimî di peyama xwe ya derbarê merasîma Erbaîn a Hz. Huseyîn daye de bal kişand ser ku tevî nêzî salekê bi ser hilbijartinan de derbas bûye jî hîn hikûmet nehatiye avakirin û got, "Dibe ku Iraq niha ji sala 2003yan ve bi krîza herî mezin re rûbirû ye.”

Kazimî bang li hêzên siyasî yên Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û her cûre fedekariyê ji bo derbaskirina krîzê û xitimandina siyasî bikin ku ew di wê baweriyê de bi awayekî aştiyane ev yek pêk were.