Li Kuweytê krîza siyasî: Di 3 salan de 7 hikûmet geherîn
PeyamaKurd – Welatê Kuweytê ku yek ji welatên herî dewlemend ê Ereb e, ev 3 sal in rûbirûyî krîza siyasî ye û di nav 3 salan de 7 hikûmet hatine avakirin ku hemû jî demkurt bûn.
Piştî îstifaya hikumeta ku meha Çileyê tenê 3 mehan li ser kar mabû, hikûmeteke din a nû hat avakirin.
Hat ragihandin ku mîrê Kuweytê biryara avakirina hikumeta nû weşandiye û kurê Emîrê Kuweytê Şêx Ehmed Newaf el-Ehmmed el-Sabahê wê serokatiya hikûmetê bike.
Di hikûmeta nû de Wezîrê Derve Salem El Sabah û Wezîrê Petrolê Bader El Mulla weke hikûmeta berê li ser erka xwe mane ku di hikumetê de bi tevahî 14 wezîr hene.
Hêjayî gotinê ye, ji ber nebûna îstiqrara siyasî li Kuweytê, rêya reforman li welat hatiye girtin û wekî welatên cîran Erebîstana Siûdî, Qeter û Îmaratê nikare aboriya xwe bipêştir bixe û gavan bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin