Kazimî: Hikûmeta Tirkiyê ji bo serdana Hulusî Akar a bê agahdarkirin lêborîn xwest!

09 May 2021 15:11 0 dîtin
Kazimî: Hikûmeta Tirkiyê ji bo serdana Hulusî Akar a bê agahdarkirin lêborîn xwest!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di hevpeyvînekê de ragihand, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ku bêyî agahdariya wan serdana hêzên operasyona ser xaka Iraqê kiribû û bertek bo wê serdanê hatibû nîşandan, lêborîna xwe xwestiye.

Kazimî di hevpeyvîna ku doh 8ê Gulanê ligel rojnamevanên Iraq û Kurdistanê pêk anî de diyar kir, ew bikaranîna “axa Iraqê” wekî bingeheke ji bo êrîşkirina ser welatên cîran qebûl nakin û got: “Helwesta PKKê ji bo welatiyên me yên li Herêma Kurdistanê jî metirsiyek e.”

Serokwezîrê Iraqê li ser mijarê wiha axivî: “Me bang li nûnerê rêveberiya Tirkiyê û balyozxaneya Tirkiyê  kir û me ji wan re ragihand ku em êrîşan qebûl nakin.. Wezîrê Berevaniya Iraqê beriya du rojan bi hevtayê xwe yê Tirkiy re axivî.. Hikûmeta Tirkiye daxwaza lêborînê ji bo hatina Wezîrê Berevaniya Tirkiye bo nava axa Iraqê kir. Ji ber şaşîtiyeke ku Wezîrê Berevaniya Tirkiye derbasî nav axa Iraqê bûye.”

Kazimî bal kişand ser ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê niha di serdema zêrîn de derbas dibin û wiha got: “Niha komîteyek li ser wê yekê dixebite da ku budceya vê mehê ya Herêma Kurdistanê bê şandin…Rêkeftina li ser projeya bûdçeyê pir baş bû, madeya 1ê baş bû."

Kazimî di beşeke hevpeyvînê de derbarê êrîşên Tirkiyê û şerê navbera PKKê û Tirkiyê de da zanîn ku ew helwesta PKKê red dikin ku xaka Iraqê ji bo êrîşî welatekî cîran bikar bîne û daye xukarin ku kiryarên PKKê ji bo nîştecihên Herêma Kurdistanê metirsî ne û wiha got:

“Em kar dikin ji bo sepandina desthilata hêzên Iraqî bi ser hinek navçeyan ku di kontrola destê grûpên çekdar de bûn.. Em hewl didin ku boçûnên me Tirkiyê nêzîkî hev bibin.. Em li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kar dikin da ku zirarên şer û êrîşan diyar bikin.”