Tirkiyê pistgiriyê dide namzedê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî

23 April 2020 13:54 0 dîtin
Tirkiyê pistgiriyê dide namzedê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî

PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê piştevaniya xwe bo kandîdê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da.

Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy li ser xebatên pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê ragihand, ew piştgiriya pêkanîna hikûmeteka seqamgîr li Iraqê dikin.

Hamî Aksoy behsa namzedê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî jî kir û ragihand, Kazimî kesekî hêja û jêhatî ye û ew bawer dikin hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya wî dê him bo Iraqê bi sûd be him jî bo herêmê

Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê 9ê Nîsanê Kazimî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve hatibû erkdarkirin.