Çekdarên ku Tirkiyê pistgiriyê dide wan li Heseke ava yek milyon kesî qut kirine

29 February 2020 11:24 0 dîtin
Çekdarên ku Tirkiyê pistgiriyê dide wan li Heseke ava yek milyon kesî qut kirine

PeyamaKurd - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve av li ser bajarê Hesekê qut kirine û rê nadin karmend jî vegerin ser karê xwe.

Xelkê Til Temir bê avin, wêstgeha Elok ku ava navçeyê dabîn dike û 6 kîlometran dikeve rojhilatê Serê Kaniyê, ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û rê bi karmendên wê nayê dan biçin ser kar. Av ne li Til temir û ne li Hesekê heye, heya li Şedad û Holê jî tune ye, beramber avê, çekdarên ser bi Tirkiya ve daxwaza dana karebayê dikin.

Rêveberiya avê amadebûna xwe derbarê dana karebayê nîşan dide û bi garantiyeke rûsî, sê caran civîn di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji aliyekî û çekdarên opozisyonê û artêşa Tirkiyê  ji aliyekî din ve, çêbûye, lê heta niha jî ava deverê nehatiye.

Hevseroka Rêveberiya Avê, Sozdar Ehmed, diyar dike, “Em dixwazin wêstgeha xwe bişuxilînin bi karmendên xwe yên ku beriya niha tê de kar dikirin. Wan kareba dixwast, me kareba da wan, lê niha çima nadin em nizanin, xwestekên wan yê bê, çine em nizanin.”

Ji 24 vê mehê ve, av li ser yek milyon kes hatiye qutkirin, di 26 heman mehê de girûpek şarezayên avê yên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi polîsên Rûsî re çûn wêstgeha Elok, lê jibilî ku rê liber wan hat girtin, bombeke çandî jî bi wan ve teqiya û sê kes ji wan birîndar bûn.