Kazimî serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive

09 December 2020 15:50 0 dîtin
Kazimî serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku meha Îlono borî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû vexwedin, di çend rojên bê de serdana Tirkiyê bike.

Li gorî ragihandina Endomê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Hevpeyma Fetîh li Iraqê Muxtar Mehmud, wê Kazimî di serdana xwe de mijarên girîng ligel Tirkiyê gutûgo bike ku mijara ewlekariyê û danûstandinên dualî tê de cî digirin.

Herwiha çavkaniyên Iraqê ragihandine ku wê Kazimî bi şandeke bilind serdana Enqerê bike ku hebûna PKKê û operasyonên Artêşa Tirkiyê li ser axa Iraqê jî werin gotûbêjkirin.

Ji bilî wan mijaran biryare mijara avê, pêwendiyên aborî û rewşa deriyên sînorî jî di rojeva serdanê de ne.

Çavkaniyên Iraqê diyar kirine ku wê di şanda Kazimî de, berpirsên leşkerî jî hebin ku avakirina navendeke hevbeş a leşkerî jî di rojevê de ye.