Kazimî û Selman ewlehî û aramiya herêmê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya hewldanên Bexdayê yên ji bo navbeynkariya navbera Riyad û Tehranê de, îro Yekşemê li Erebistana Siûdî bi Prensê Cîgir Mihemed bin Selman re civiya.
Mistefa Kazimî ku doh Şemiyê bi serdanekê gihîştibû Erebîstana Siûdî, biryare serdana Îranê jî bike û mijara navbeynkariya Riyad û Tehranê ya asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk gotûbêj bike.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Siûdiyê ragihandiye ku Prens Mihemed û Kazimî behsa "têkiliyên dualî û derfetên hevkariya hevbeş" kirine û diyar kir: "Wan li ser çend mijaran danûsandin kirine ku dê piştgiriyê bidin ewlehî û aramiya herêmî û dê bihêztir bikin."
Kazimî di hevdîtinê de gotiye, ew bawer dike ku di navbera Riyad û Tehranê de lihevkirin nêzîk e ku rengvedaneke din ya guhertina lihevkirinên siyasî li seranserî herêmê tê dîtin.
Hêjayî gotinê ye, Erebîstana Siûdî têkiliyên xwe bi Îranê re 6 sal in cemidandine ku Riyadê bi qutkirina têkiliyên xwe bersiva Tehranê dabû.
Li aliyê din di destpêka Adarê de, Welîehd Mihemed bin Salman gotibû, welatê wî û Îran "cîranên heta hetayê" ne, û "ji bo me her duyan baştir e ku em vê çareser bikin û li rêyên ku em dikarin bi hev re bijîn" bigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin