Keça 'favorî' ya rêberê Koreya Bakur cara duyemîn derket pêsberî kamerayan

29 November 2022 14:58 0 dîtin
Keça 'favorî' ya rêberê Koreya Bakur cara duyemîn derket pêsberî kamerayan

PeyamaKurd – Ju Ae keça Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un, cara duyemîn bi bavê xwe re derket pêşberî kamerayan.

Kim Jong-un û keça wî bi leşker û zanyarên ku beşdarî avêtina mûşeka balîstîk a Hwasong-17 di destpêka vê mehê de bûn re wêne kişandin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNA, Kim Jong-un gelek efser, zanyar û endezyarên ku beşdarî avêtina mûşekan bûn, terfî kir û diyar kir ku ew û keça wî rêzek mezin ji wan re digirin.

Kim Jong-un di daxuyaniya xwe ya derbarê biryara pêşvebirinê de bal kişand ser wê yekê ku Koreya Bakur dixwaze bibe xwediyê hêza nukleerî ya herî bi hêz a dinyayê û wiha got: "Armanca avakirina hêza nukleerî parastina rûmet û serweriya dewlet û gel e. ."

KCNA wêneyekî Kim Jong-un û keça wî Ju Ae bi leşkeran re li ber mûşekek mezin belav kir.

Di wêneyekî din de ew bi bavê xwe re li ber çavê leşkeran ku li çepikan didin xuya kirin.

Dîroka wêneyên ku Kim bi keça xwe re kişandine nehatiye eşkerekirin, lê roja şemiyê dereng hatin weşandin.

Keça Kim cara yekem di 18ê Mijdarê de di dema ceribandina moşeka Hwasong-17 de xuya bû.

Li gorî analîstan, xuyabûna vê dawiyê ya keça rêberê Koreya Bakur, spekulasyonên ku ew ê bibe cîgira bavê xwe zêde dike.

Herwiha tê bawerkirin ku sê zarok, du keç û kurekî rêberê Koreya Bakur hene.

KCNAyê Ju Ae ku tê texmînkirin 9-10 salî ye, wekî "zaroka herî bijare û hêja" ya rêberê Koreya Bakur binav kir.