Keça Kurd a 10 salî di pêsbirka matematîkê de bû yekemîn

19 December 2019 16:09 0 dîtin
Keça Kurd a 10 salî di pêsbirka matematîkê de bû yekemîn

PeyamaKurd - Keça Kurd a 10 salî Agirîn Îbrahîmî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di pêşbirka Bîrkariyê (matematîk) de li ser asta cîhanê bû yekemîn.

Li Kamboçiya keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, Agirîn Îbrahîmî ku 10 salî ye, di pêşbirka Bîrkariyê de ku li welatê Kambodiyayê birêve çû, pileya yekem bi dest xist.  

Li gorî nûçeya Rûdawê xaltîka Agirîn Îbrahîmî, Zehra Ebdulrehman ragihand: “Agirîn Îbrahîmî  beşdarî pêşbirkeke Bîrkariyê ya cîhanî ya bi navê UCMAS bû ku li welatê Kamboçiyayê ku bi beşdariya 4 hezar kesan hat lidarxistin. Agirîn di wê pêşbirkê de pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest xist.”

Zehra Ebdulrehman got, “Agirîn xelka bajarê Urmiyê ye û xwendekara pola carê ya seretayî ye, sala derbasbûyî li ser asta parzemîna Asyayê li welatê Maleziyayê beşdarî pêşbirka Bîrkariyê ya UCMAS bûbû û li wir jî pileya yekem bidest xistibû. Îsal jî beşdarî heman pêbirkê ya li welatê Kamboçiyayê bû û careke din bû yekem.”

Şermîn Yûsif Bedirxan, dayika Agrîn jî got: “Ji temenê 5 saliyê ve me keça xwe şandiye ber xwandinê û niha temenê wê 10 salî ye. Ew di maweya 8 xûlekan de dikare bersiva 200 pirsên matmatîkê bide.”

Agrîn temenê wê 10 salî ye û kariye di dema 8 xulekan de 200 pirsên Bîrkariyê bibersivîne.