Keça Qazî Mihemed, Meryem Qazî koça dawî kir
PeyamaKurd - Keça Pêşawa Qazî Mihemed, Meryem Qazî ku têkoşîna nexweşîna kanserê dida, îro Yekşemê li nexweşxaneyeke Ummanê koça dawî kir.
Hesen Qazî yê biraziyê Serokê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê Qazî Mihemed, ji ser rûpela xwe ya facebookê belav kir ku dotmama wî Meryem Qazî ya keça herî biçûk a Qazî Mihemed û Mînaxanê koça dawî kir.
Meryem Qazî demeke dirêje bû ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Ummanê yê Urdinê tedawî dibû û îro 15ê Adara 2020an koça çû ser dilovaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin