Meryem Xan a keça Qazî Mihemmed hat definkirin
PeyamaKurd- Keça pêşewa Qazî Mihemmed, Meryem Xan a ku li Urdunê koça dawî kiribû, li başûrê Kurdistanê li navçeya Kelarê li goristanekî hat definkirin. Sedema ku cenaze li Kelarê hat definkirin ji aliyê hevalekî nêz yê zilamê Merxyem Xanê,ji aliyê Huseyîn Elî de hat kirin ku hevalê Serdar Beg Caf e, weha ragihand:
“Cenazê keça Qazî Mihemmed yê Meryem Xanê, li Kelarê me li cem zilamê wê Serdar Beg Caf defin kir.”
Huseyîn êlî ragihand ku bi sedema koronavîrusê wê taziyan rû bir û qebûl nekin lê dema jiyana rojane ya Kurdistanê normal bibe, wê taziyeyan qebûl bikin.
Keça Qazî Mihemed Meryem Xan di 15 ê adara 2020an de jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin