Keça Simkoye Sikakî Hedoxanê koça dawî kir

08 January 2024 01:50 0 dîtin
Keça Simkoye Sikakî Hedoxanê koça dawî kir

Peyama Kurd - Keça tekoşerê serxwebûna Kurdistanê Simkoyê Şikakî, Hedoxanê, di 100 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Hedoya Şikakî (Hediye Zîrekbîlek) ku ji ber gurçikên wê dihêşiyan ev demek bû li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê dihate dermankirin, ve êvarê nexweşiya wê giran bû û jiyana xwe ji dest da.

Wê meytê Hedoxanê sibê li Goristana Taxa Noşar a navçeya Wanê Qelqeliyê bê binaxkirin. Wê hewariyên şînê jî li heman taxê bêne pêşwazîkirin. 

Simkoyê Şikakî

Simkoyê Şikakî yan jî bi navê xwe yê din Simaîl Axayê Şikakî, di sala 1887an de li bajarê Rojhilatê Kurdistaanê Urmiyeyê çavên xwe li jiyanê vedike û di 21ê Tîrmeha 1930an de, bi fermana Şahê Îranê yê wê demê Riza Şah, ji alî hêzên Îranê ve, li bajarê Şino yê Rojhilat, di encama kemînekê de tê şehîdkirin.

Simkoyê kurê serokê Hoza Şikakiyan Mihemed Axa piştî ku birayê wî yê mezin Cafer li bajarê Tebrîzê ji aliyê Îranê ve te kuştin, dibe serokê hozê.

Simkoyê Şikakî ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd têkoşîneke netewî dimeşîne.

Di têkoşîna 25 salan de, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Şikakî bi kontrolkirina ji sedî 50 xaka Rojhilat, rêveberiyeke taybet ava dike.

Leşkerên Simkoyê Şikakî piraniya Hoza Şikakî bin jî ji hozên din ên Rojhelatê jî gellek leşker hene.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û vekişîna hêzên Ûris a ji herêmên Rojhelatê Kurdistanê yên wek Mahabad, Merîwan, Şino, Salmas, Urmiye, Makû, Hoy, Kotol, Dilman, Seqiz, Serdeşt, Bane û Bûkan dewleta Osmanî van deveran xist bin kontrola xwe û sînorê Osmanî û Îranê bû gola Urmiyeyê.

Simkoyê Şikakî, di dema rêveberiya xwe de Kela Çariye ya Salmas û Urmiyeyê weke navenda rêvebirinê ya rêveberiya xwe bikar tîne.

Rojnameya New York Times a Amerîkî di sala 1922’an de di nûçeyeke xwe ya di derbarê serhildana Simkoyê Şikakî de wiha dinivisîne: “Hikûmeta Kurdistanê ku sînorên wê Urmiye, Salmas, Kirmaşan û Erdelan e ava bû û çavê Simkoyê Şikakî li Loristanê ye."

Simko Axa, li qesra xwe ya ku wek navenda rêveberiyê bikar dihanî Medreseya Cîhanbanî ya ku di warê ilmê de perwerdehiyê dida vekir. Di medreseyê de ji bilî kurdî û farisî, rûsî û tirkî jî dihatin xwendin.

Tekoşer û stratejîstê Kurd Simko Axa, li Urmiyeyê 'Rojnameya Kurdistan' derdixist û di navbera cihên stratejîk ên wek Mehabad, Urmiye, Selmas û Kela Çariye de xeteke telegrafê ava kir.

Dîroknas û nivîskarê Fransî Chris Kutschera diyar dike ku Simkoyê Şikakî di nameyên ku ji rayedarên Rûs û Brîtanî re nivîsandiye de bi awayekî eşkere qala mafê rewa yê neteweyî yê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê kiriye.

Chris Kutschera, Simkoyê Şikakî wek; “Bavê Neteweperwerîya Kurd” bi nav dike.

Simkoyê Şikakî di nameyeke xwe ya ji rayedarên Îranê re şandiye de dibêie: “Em dizanin ku li cîhanê gelên ku gelheya wan çaryeka Kurdan nîne û mafê otonomiyê bi dest xistine hene. Li Almanan binihêrin ka ev mesele di hundirê xwxe de çawa çareser kirine. Tunebûna gele Kurd ji jiyana bindestîyê çêtir e. Her çiqas dewleta Îranê qebûl neke jî Kurd mafê otonomiyê dixwazin. Ev daxwaza hemû Kurdan a jiyana nû ye.

Simkoyê Şikakî ku di têkoşîna 25 salan de gelek serkeftin bi dest xistiye, piştî têkçûnê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.

Simkoyê Şikakî di 21ê Tîrmeha 1930an de ku bi vexwendina dewleta Îranê ya ji bo danûstandinan derbazî Rojhelat dibe, li Şinoyê ji alî hêzên Îranî, di kemînekê de tê şehidkirin.