Neviyê Simko Axayê Sikakî, Elîxan Simko koça dawî kir

15 December 2023 00:48 0 dîtin
Neviyê Simko Axayê Sikakî, Elîxan Simko koça dawî kir

PeyamaKurd -  Niştimanperwerê Kurd û neviyê rêberê mezin ê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Simko Axayê Şikakî, Elîxan Simko li Swêdê koça dawî kir.

Elîxan Simko ku kesayeteke naskirî bû, di 77 saliya xwe de, li nexweşxaneya bajarê Westros a Swêdê wefat kir. Elîxan Simko zêdetirî 3 sal in nexweşê penceşêrê bû.

Derbarê Elîxan Simko de:

Elîxan kurê mezin ê Tahirxan Simko yê birayê Simkoyê Şikak bû û wek xebatkar û niştimanperwerekî doza netewî ya Kurd dihat naskirin.

Elîxan Simko 21ê Adara 1946an li gundê Cohniyê yê navçeya Soma ya Biradosta bajarê Urmiyê hatiye dinê.

Sala 1985an ji ber rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Urmiyê koçî Swêdê kiribû. Elîxan Simko piştî şoreşa gelên Îranê ya sala 1979an tevlî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bûye. Bi salan weke berpirsê “Hêza Berevaniya Millî ya Şehîd Simko” kar kiriye.