Kelgeha Kormor a gazê car din rastî êrîseke mosekî hat

24 June 2022 16:00 0 dîtin
Kelgeha Kormor a gazê car din rastî êrîseke mosekî hat

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 24ê Hezîranê careke din kelgeha Kormor a gazê ku li Çemçemal a Silêmaniyê ye, rastî êrîşeke moşekî hat.

Di nav hefteyekê de cara duyemîn e ku Kelgeha Kormor a ji aliyê Dana Gas ve tê birêvebirin rastî êrîşên moşekî tê.

Li gor zanyariyên destpêkê, êrîşa li kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê, bi moşeka katyûşa hatiye kirin û di kampa kêlgehê de zengilê agahdarkirinê hat lêdan.

Derbarê ziyanên êrîşê de, ti agahiyên berfireh hîn nehatine belavkirin.