Silêmanî | Kelgeha Gazê ya Çemçemalê rastî êrîseke mosekî hat

22 June 2022 19:11 0 dîtin
Silêmanî | Kelgeha Gazê ya Çemçemalê rastî êrîseke mosekî hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Hezîranê danê êvarê li dijî kelgeha gazê ya Kormor a li Çemçemalê ku kompaniya Dana Gas veberhênanê li wir dike, êrîşeke moşekî hat kirin.

Rêveberiya Nehiya Qadirkerem Sidîq Mihemed ragihandiye ku êrîşeke moşekî li dijî kêlgeha Kormor a kompaniya Dana Gas a Çemçemal a Silêmaniyê hatiye kirin, lê hîn diyar nebûye cûreya êrîşê çi ye.

Hat diyarkirin ku êrîş li demjimêr 16:45an hatiye kirin û ti ziyaneke canî û madî di encamê de çênebûye. Li gorî hinek çavkaniyan, di êrîşê de kesek birîndar bûye ku hîn nasnameya wî nehatiye zanîn.

Hêzên Asayîş û Dije Terora Kurdistanê gihîştine cihê bûyerê û lêkolînên xwe dewam dikin.