Kerîm bo Kerkûkê: Dawiyê dê rastî çarenivîsa 'Beas - Sedam' bên
PeyamaKurd - Parêzgerê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji bo salvegera rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejîma Beas peyamek belav kir.
Kerîm bal kişand ser rewşa Kerkûkê ya piştî 16ê Cotmeha 2017an û wiha got: “Careke din bajarê me bi saya hizra şovenî ya desthilatdarên Iraqê û bi alîkariya grubekî bi nav kurd bûn bû sedemek bo vê rewşa niha ya bajarê me, ku rewşekî nayê xwestin û hatiye ferz kirin e.”
Dr. Necmedîn Kerîm herwiha rewşa niha ya Kerkûkê ku ji aliyê leşkerî ve hatiye dagirkirin û proseya erebkirinê berdewam dike bi bîr xist û destnîşan kir, “Ew hizra leşkerî û mekanîzmaya niha hukim li Kerkûkê dike ‘Di dawiyê de dê rastî heman çarenivîsa Beas bê’.’’
Hêjayî gotinê ye, roja 10ê Nîsana sala 2003yan di çarçoveya proseya azadiya Iraqê de, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştevaniya hêzên hevpeymanan bajarê Kerkûkê ji destê dagirkeriya rejîma Beas rizgar kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin