Li Kerkûkê berpirsekî PDKê rastî êrîseke çekdarî hat
PeyamaKurd – Endamekî Liqê Newzad ê Çemçemalê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Luqman Altun, li Kerkûkê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de birîndar bû.
Derbarê wê bûyerê de Luqman Altun diyar kiriye: “Şeva borî dema ez vedigeriyam malê, li sînorê bajarokê Şiwan çend çekdaran ji otomobîlekê ve gule li otomobîla min reşandin.”
Luqman Altun daye zanîn, di encama wê êrîşê de, ling û çavekî wî bi sivikî birîndar bûn.
Luqman Altun eşkere kir, cihê êrîş lê hatiye kirin, dikeve navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de û ti hêzeke din lê nîne, ji ber wê ew nizane ew çekdar kî ne û ser bi çi aliyekî ve ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin