Kerkûk | 2.888 tapo û 300 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan li wan tên vegerandin

14 September 2023 20:10 0 dîtin
Kerkûk | 2.888 tapo û 300 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenan li wan tên vegerandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku biryar e 300 hezar donim zeviyên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê ku dema rejîma Beas hatine dagirkirin û desteserkirin, li wan tê vegerandin.

Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê di çarçoveya biryara Encûmena Wezîran a Iraqê ya sala 2012an de, biryar daye ku 300 hezar donim zevî li Kurd û Tirkmenan vegerîne.

Reveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê ji reveberiyên çandiniyê yên Pirdê, Yaycî, Multeqa, Taze, Leylan, Sergeran, Şiwan û Qerehencîrê nivîsek şandiye û xwestiye biryara Encûmena Wezîran a Iraqê were bicihkirin.

Hate zanîn ku ev biryar di encama hevdîtinên ligel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê û Komîsyona Bicihkirnina Madeya 140î hatiye wergirtin û bi vê biryarê re jî wê tapoyên Erebên ji derve hatine anîn werin betal kirin. Li gorî biryarê wê 2 hezar 888 tapoyên erebên hawirde bên betalkirin.