Kerkûk | Milîsên Sîe êrîsî malên Kurdan û binkeya polîsan kirin

26 October 2021 13:29 0 dîtin
Kerkûk | Milîsên Sîe êrîsî malên Kurdan û binkeya polîsan kirin

PeyamaKurd – Li bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, milîsên Şîe êrîşî malên Kurdan û binkeya polîsan kirin.

Berpirsê PDKê li bajarokê Dûbiz Cewad Mihemed diyar kiriye, şeva borî komek çekdarên koma bi navê Esayîb Ehlî Heq, ku girêdayî Heşda Şeibî ye, êrişî malên Kurdan û rêveberiya polîsê Dûbizê kirin.

Cewad Mihemed herwiha eşkere kiriye, lê lîwaya 61 ya artêşa Iraqê mudaxele kir û 4 çekdarên wê komê girtin.

Wî berpirsê PDKê agahiyên zêdetir li ser wê êrîş û aloziyê da û destnîşan kir, di navbera xortekî Kurd bi navê Sermed û çekdarekî Heşda Şeibî bi navê Ebdulqadir de şer û alozî derketibû. Wî xortê Kurd çûbû li rêveberiya polîs gilî kiribû, polîs jî ew çekdar girtibû. Piştî wê yekê, komek çekdarên din êrîşî wê taxa ku mala wî xortê Kurd tê de bû kirin û avahiya rêveberiya polîs jî dan ber guleyan û bi vî rengî alozî derket.