Kerkûkî: Bila Kurdekî bê teref bibe waliyê Kerkûkê
PeyamaKurd- Temsîlkarê PDK ê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku ew bi terefên din re dixebitin da halê bajarê Kerkûkê normal bibe û heya hilbijartinê Kurdekî bê teref bibe waliyê Kerkûkê lê divê hemû partiyên Kurd li serê hemfikir bin. Dr. Kerkûkî weha got:
“Niha halê Kerkûkê zahf xerab e. Di 16 cotmehê de grûbekî îxanetkar Kerkûkê bi erzanî firot. Niha di bajêr de îstîqrar û aramî nemaye. Mirov tên revandin û tên kuştin. Kerkûk bûye baregeheka leşkerî. 3 tûxayên bi ser polîsên federal ve, tûxayekî hêza antî-terorê,12 yekîneyên Haşdî Şabî û 12 yekîneyên eşîran hene. Em weke PDK dixebitin da halê bajêre bibe normal û divê kesên bûne sedema bûyerên 16 ê cotmehê bên cezakirin.”
Kerkûkî got ku divê halê Kerkûkê li gor xala 140 ya qanûna esasî bê normalkirin. Nûfûsa bajêr bê tesbîtkirin û bo dahatûya wê referandûm bêkirin. Divê hêzên leşkerî ji Kerkûkê bên derxistin û dewrê hêzên cî bêkirin, her wekî salên berya 2014an ku pêşmerge û artêşa Iraqê ewlekariya bajêr birêve bibin.
Kerkûkî bo parêzgerê demkî got ku dibe ne ji PDKê an ji YNKê be. Dibe Kurdekî bê teref be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin