Kestiya rêwiyan noqav bû: 22 rêwî wenda ne
PeyamaKurd- Li Nîjeryayê keştiya li ser çemê Egbînê ku rêwiyan dibir û dianî noqav bû, 22 rêwî wenda ne, 3 kes hatin rizgarkirin û 2 cesed ji çem hatin derxistin. Di keştiyê de bi temamî 27 kes hebûn.
Koordînatorê ajansa rêvebiriya lezgîn ya Lagosê (SEMA) Olufemi Oke-Osanyintolu, ragihand ku keştî di ser kapasîteya xwe de bar û rêwiyan hilgirtiye û lewra noqav bûye.
Xebata dîtin û rizgarkirina rêwiyan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin