Kestiya ku gestiyaran hildigirt noqav bû: 7 kes wendane
PeyamaKurd – Keştiya ku 22 geştiyaran hildigirt û hem keştî bi bayê jî dixebitî, nêzî Girava Sicilyayê û nêzî bajarê Palermoyê noqav bû. Niha ji geştiyaran 7 kes wendane. Ala keştiyê ya Îngîltere ye.
Di nav geştiyaran de 2 İngiliz-Fransiz, 1 Îrlandayî, yek ji Zelanda Nû, 1 ji Sri Lanka û 17 kes hemwelatiyên Îngîltere ne. Ji geştiyaran 7 kes wendane.
Rêxistina Ewlehiya Tenduristiyê ya Îtalyayê ragihand ku keştiya bi ala Îngîltere ya 50 metre dirêj, di hilata rojê de li devera ku pêl û firtûne lê zêdeye, noqav bûye û piştî bûyerê zarokekî û 14 kesên din hatine rizgarkirin.
Tîmên noqavê yên îtfaiya Îtalyayê ragihandine ku ji peravê deryayê bi mesafa nîv mîlî dûr û di kûrahiya deryayê de bi 50 metreyan keştiyê dîne û li dora keştiyê lêgerîna wan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin