Di kestiya noqav bû de 15 Kurdên Rojavayê Kurdistanê can dan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ki di encama noqbûna keştiya li peravên Lîbya ya Deryaya Spî de, 15 kesên can dane ku ji bajarên Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ne.
Hat zanîn ku di keştiya koçberan a li peravên bajarê Tebreq ê Lîbyayê noqav bûye de, piraniya kesên di keştiyê de ji Sûriyeyê bûn.
Li gorî zanyariyan keştî roj Înê noqav bûye û 25 kes di wê keştiyê de bûn ku dixwestin xwe bigihînin peravên Îtalyayê.
Hat hînbûn ku 15 kesên di keştiyê de can dane 12 ji wan ji Kobanê û 3 jî ji Efrînê bûne ku hîn cenazeyên wan nehatine vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin