Îro salvegera serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Îro 17emîn salvegera serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ya li hemberî rejîma Beisê ye.
Berî niha bi 17 salan, roja 12ê Adara 2004an, serhildanê ji stadyûma futbolê ya Qamişlo destpê kir û li seranserê herêm û navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belav bû. Serhildanê, 7 rojan berdewam kir û rejimê bi tundî êrîşî ciwanên Kurd dikir.
12ê Adara sala 2004an li Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişloyê û tîma Fitûwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Her kes ji bo temaşekirin û piştgiriya tîman, li yarîgehê amade bû. Di nav rêzên futbolê de nabe du aligirên tîman li kêleka hev bi cih bibin. Lê bi awayekî zanebûn, aligirên tîma Fitûwê ku ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatibûn erkdarkirin, bi kevir, kêr, çekan xwe ji bo êrîşê amade kiribûn.
Dema lîstikvan û xelk derbasî yarîgehê bûn, komên nîjadperest bi dirûşmên li dijî gelê Kurd ‘Hilweş in rêberên rurdan û bijî Sedam Hisên’ berz kirin û paşê jî bi keviran êrîşî Kurdan kirin. Polîs û leşkerên Hikumeta Şamê di heman demê de êrîş pêk anîn û hemû deriyên yarîgehê girtin.
Alîgirên tîma Fitûwê û Cîhad bi hev ketin, hêzên Hikumeta Şamê bê ser û ber, gule li beşa alîgirên klûba Cîhadê reşandin. Di encamê de, 9 sivîl ku di nav de 2 zarok jî hebûn, şehîd bûn. Piştî ku agahiya êrîşê belav bû, bi sedan ciwanên Kurd berê xwe dan yarîgehê. Hêzên Hikumeta Şamê, nedihişt ciwan derbasî hundir bibin, lê tevî hemû zehmetiyan ciwanan xwe di ser dîwaran re avêt û derbasî yarîgehê bûn, dest bi xweparastinê kirin.
Berpirsê parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl, taybet fermana reşandina guleyan li ser gelê Kurd da ku di encamê de jî 33 sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Hêzên Hikumeta Şamê ji hovîtiyê têr nedibû ku nedihişt heya ambûlans jî derbas bibin. Gelek birîndar ji ber jêçûna xwînê, şehîd bûn û herwiha nexweşxaneyên Hikumeta Şamê jî birîndarên Kurd derman nedikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin