PYNKê bo salvegera Serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê serhildana 12 Adarê li Rojavayê Kurdistanê de, Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (PYNK), daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Gelê Kurd piştrast kir ku dikare li hemberî sîstema zordestiyê li ber xwe bide.”
Di daxuyaniya PYNKê de hat ragihandin, Hikûmeta Sûriyê wê demê dixwest fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de li ser lîstikeke Fûtbolê di navbera tîma Cihad ya bajarê Qamişlo û tîma Fituwe ya bajarê Dêre Zorê derxe.
PYNK dide zanîn, piştî ketina Sedam, Hikûmeta Sûriyê hest kir ku gef li ser wê heye, ji ber vê yekê dest bi kiryarên tepeserkirina Gelê Kurd kir. Gelê Kurd piştrast kir, ew dikare di rûyê rejîma diktator de raweste tevî hemû awayên tepeserî, kuştin, girtin û îşkencedanê.
PYNKê, Serhildana Qamişloyê wek gavek ber bi “şoreşa gelê Sûriyê ya Adara 2011an” binav dike û destnîşan dike: “Nexasim Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojava û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekî wê xwe dispêre serhildana 2004an.”
PYNK eşkere dike, projeya demokratîk ya ku niha heye, yek ji sîma û aliyê wê serhildanê ye, berovajî wê ya ku rejîm dibêje, ku Kurd cudaxwaz in û daxwaz dikin ku hemû pêkhateyên navçeyê hevbigirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên din, hişmendiya rejîmê û lîstokên wê nas kirin. Bi hev re dûrê fîtneyên rejîmê xebitîn û Rêveberiya Xweser Demokratîk, saziyên demokratîk ava kirin ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê bê cudahî dikin. Her wiha hêzên hevgirtî û bi birêxistinkirî ji bo parastina azadiyê û projeya xwe ya demokratîk ava kirin.”
Îro salvegera 17emîn salvegera Serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Roja 12ê Adara 2004an, serhildanê ji stadyuma futbolê ya Qamişlo dest pê kir û li seranserê herêm û navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê belav bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin