Kestiya Îranê noqav bû: 7 kes wenda ne

27 December 2020 01:55 0 dîtin
Kestiya Îranê noqav bû: 7 kes wenda ne

PeyamaKurd – Keştiya hêzên deryayî ya Îranê li eyaleta Hurmuzganê ser û binê hev bû û noqav bû. Di encama bûyerê de 7 muretebatên keştiyê wenda bûn. Piştî wendabûna muretebatan dest bi xebatên dîtina muretebatan kirin.

Li ser bûyerê cîgirê rêvebirê giştî yê lîmana Hurmizganê Îsmaîl Mekkîzade ragihand ku di 18.30 an de keştiyekî wan noqav bûye û tîmên lîmanê çûne ciyê bûyerê.

Bi sedema tarî ketiye erdê lêgerîn û rizgarkirina wan muretebatan gelek zahmet bûye lê xebat dewam dike.