Kestiya noqavê ya Îsraîlê 24 siet Îranê disopîne
PeyamaKurd- Rojnameya ku li Kuweytê weşana xwe dike ya bi navê El-Cerîda radigihiye ku Îsraîl li axa komara Îranê, di behrê de; di Kendavê û Behra Ereb de, Îranê ji hewa, behrê û di bejayiyê de dişopîne û operasyonên sîxuriyê dike.
Rojname dibêje ku di adara borî de, Îsraîl li ser axa cîranên Komara Îslamî de yên ku nêzî wê ne, ji balafirgehan li hewa çavdêriya deverên xessas yên Îranê dike. Keştiyên noqavê jî di Behra Kendavê û Behra Ereb de xebatên xwe dikin û di derbarê Îranê de agahiyan dide hev.
Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû di merasima derçûna behriyan de, di axaftina xwe de ragihandiye ku Tel Avîv li dijî dijminên xwe daîma operasyonên deryayî dike. Netenyahû di dewama axaftina xwe de got ku Îran bo ji dorpêçên Amerîkayê bireve, dikare tevgerên dijminane bike lê dê donanma (hêza deryayî) Îsraîlê di bergiriyê de roleka mezin bileyîze. Netenyahû negot dê rolê çawa bileyîzin.
Fîloya deryayî ya Îsraîlê ku xwedî keştiyên noqavê ye ku bi teknolojya nukleerî ya Almanya ye. Dikare di bin behrê de bi qederê 1150 feet (350 mt) bimîne û 50 roj qet ji bin avê dernekeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin