Amerîka: Em guman dikin ku Îranê bi IHAyê êrîsê kestiya Îsraîlê kiriye
PeyamaKurd – Rêvebirekî Pentagonê yê Amerîkayê ji bo çapemeniya Amerîkayê ragihand ku ew guman dikin Îranê bi İHAyê êrîş biriye ser keştiya milyarderê Îsraîlê. Di 24ê Mijdarê de roja înê, li Okyanûsa Hindê keştiya ku aîdê karsazekî milyarder yê Îsraîlê ye û li ser bandira Maltayê ye, ketibû ber êrîşa İHAyê.
Keştiya bi navê "CMA CGM Symi" ya konteyniran dibe ku ji terefê İHAyên Îraniyan de ketibe ber êrîşê. Rêvebirê ji Pentagonê yê nexwestiye navê xwe bide, ji bo The Associated Pressê re gotiye ku ew şikê dikin ku bi İHA Îranê ya bi navê “Şahid-136” êrîşê kirine ser keştiyê.
Hat ragihandin ku di keştiyê de zerar heye lê tiştekî bi muretebat nebûye. Amerîka rewşê ji nêz de dişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin