Kestiyên ser ên Amerîka û Rûsyayê ji felaketekê vegeriyan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiya şer a Amerîkayê û ya Rûsyayê li ser Deryaya Filîpînan bi qasî 30 metreyan nêzî hev bûn û hema mabû li hev biqelibin.
Li gorî nûçeyên medya Filîpînan îro du keştiyên şer ên amerîkî û rûsî li ser deryaya Filîpînan pir nêzî hev bûne û kêliya dawî rê li ber felaketeke mezin hatiye girtin ku li hev neqelibînê.
Ev bûyer wekî gefxwarineke herdu zilhêzên cîhanê li hemberî hev hat nirxandin û tirseke mezin a rûdana şerekî li raya giştî ya cîhanê derxist holê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin