Fox News: "Amerîka li Sûriyê wê kestiyên ser yên Rûsyayê noqav bikira”
PeyamaKurd – Fox News a Amerîkayê bibîrxist ku di nîsana sala 2018 an de Amerîka êrîş biriye ser Sûriyê û weha got:
“Eger keştiyên şer yên Rûsyayê bersiva Amerîkayê bidana, wê keştiya Amerîkayê ya bi navê USS John Warner wan noqav bikira. Amerîka ji keştiya USS John Warnerê 6 fuzeyên Tomahawkê avêt Sûriyê û li benda bertekekî ma. Keştiya noqavê ya bi navê Virginia amade bû ku bersiva keştiyên Rûsyayê yên herêmê bida.”
Yek ji keştiyên Amerîkayê wezîfa kemînê dikir û leşkerên Amerîkayê ji wê keştiyê füze navêtibûn Sûriyê. Fox Newsê ragihand eger Rûsya li wê keştiyê bixista, dê bibûya sedema keştiyên Rûsyayê bibin hedefa êrîşên Amerîkayê.
Amerîka, Îngîltere û Fransa, li Sûriyê di 14 ê nîsana 2018 an de li hedefên Sûriyê ku di wan de sîlihên kîmyewî hene xistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin