Kevnefermandarê CENTCOMê: DYA ji Iraqê vekise wê sasî bike
PeyamaKurd - Berdevkê berê yê Fermandehiya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Buccino piştrast kir ku “vekişîna DYA ya ji Iraqê biryareke şaş e.”
Berdevkê berê yê CENTCOMê Joe Buccino, ji bo hebûna DAIŞê hebûna hêzên DYAyê ya li Iraq û Sûriyeyê, weke pêwîstî destnîşan kir û diyar kir ku DAIŞ hîna jî gefeke mezin e ji bo cîhanê.
Buccino di hevpeyvîna bi K24ê re got: “Me ev xeletî li Afxanistanê kir dema ku em ji wî welatî vekişiyan, me dît ku DAIŞê çawa li wir çalakiyên xwe zêde kirin. Pêwîst e hêzên DYAyê li Iraqê bimînin. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi fermî ti daxwaza vekişîna hêzên DYAyê û hevpeymaniya navneteweyî nekiriye.”
Derbarê zextên hikûmeta federal ên li ser Herêma Kurdistanê de jî Buccino, anî ziman ku pêwîst e Iraq, pestoya li ser Herêma Kurdistanê rake û rêzê li qewareya wê bigire.
Berdevkê berê yê CENTCOMê destnîşan kir ku vexwendina Serokwezîrê Iraqê ya ji bo serdana DYAyê di vê demê de ne tiştekî baş e û wiha dom kir:
“Divê pesto li ser Sûdanî bê kirin ku bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike û Herêma Kurdistanê biparêze. Piştgiriya gelê Herêma Kurdistanê, yek ji erkên gring ê DYAyê ye.”
Senatoran bang li Biden kir: Şertan dayne pêş Sûdanî
Duh, heşt endamên Kongreya DYAyê bang li Serok Joe Biden kirin ku berî serdana Sûdanî, şert û mercan dayne pêş Sûdanî ku bandora Îranê ya li ser Iraqê kêm bike û bêtir piştgiriya Kurdan bike.
Heşt endaman daxwaz ji Iraqê jî kirin ku budce û xercên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne û dest bi henardekirina nefta Kurdistanê bike.
Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya DYAyê Jake Sullivan jî beriya demekê ji Sûdanî daxwaz kiribû ku pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike û dûre serdana Washingtonê bike.
Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 15ê Nîsanê serdana Amerîkayê bike û li Koşka Sipî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin