Key Selman ji bo Filistînê bang li civaka navnetewî kir
PeyamaKurd - Keyê Erebistana Sihûdî Selman Bin Ebdulezîz El-Sihûd bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina "hovîtîya Xezzeya ku di bin hêrişên Îsraîlê de ye", bikeve nava tevgerê.
Li gor nûçeya Ajansa Fermî ya Erebistana Sihûdî (SPA) Key Selman, di peyama xwe ya pîrozkirina meha Remezanê ku ji aliyê Wezîrê Ragihandinê Selman el-Dusîrî ve hat xwendin de gel û hêzên ewlehiyê yê Erebistanê pîroz kir û balê kêşa ser şerê li Xezzeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê.
Key Selman got: "Tiştên ku li Filistîna di bin dagirkerî û guvaşa Îsraîlê de diqewimin dikin ku gelê Filistînê hêrişên mezin de Remezanê pêşwazî bikin."
Keyê Erebistana Sihûdî Selman bang li civaka navnetewî kir ku ji bo rawestandina hêrişên Îsraîlê bikeve nava tevgerê û got: "Divê civaka navdewletî erkên xwe yên ji bo rawestandina van tawanên hovane bi cih bîne û alîkariyên mirovî û korîdorên alîkariyê yên ewle peyda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin