HSDê bang li civaka navnetewî kir: DAIS hewl dide bi awayê cografî xwe zindî bike

24 March 2024 08:32 0 dîtin
HSDê bang li civaka navnetewî kir: DAIS hewl dide bi awayê cografî xwe zindî bike

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) bi minasebeta salvegera 5an a hemleya Baxozê ku 23yê Adara 2019an hebûna DAIŞê ya cografî bi dawî hatibû, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

HSDê da zanîn ku bi hemleya Baxozê re hebûna DAIŞê ya cografî hatiye bidawîkirin lê heta çavkaniya wê ya îdeolojîk neyê ziwakirin dê metirsiya wê bidome.

HSDê ji bo nehiştina DAIŞê ya bi temamî diyar kir ku pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye û da xuyakirin: “Hêzên me karîbûn bi milyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku metirsiya DAIŞê berdewam dike û hate gotin: “Çete hewl didin bi rêya şaneyên xwe yên veşartî xwe ji nû ve birêxistin bikin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola cografyayê pêk bînin. Êrişên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî dedixebitin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in. Em dibînin ku ji bo têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navneteweyî heye.”