Sefîn Dizeyî: Civaka navnetewî ji vegera DAISê nîgeran e!
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku endamê şanda Iraqê di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê ye ragihand, wan gelek civînên erênî encam dane û di piraniya civînan de jî serokên welatan nîgeraniya xwe li hember egera serîhildana DAIŞê li navçê nîşan dane.
Sefîn Dizeyî aşkere kir jî, di civînan de behsa wê hat kirin, ku niha keşeke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên cemidandî mane heye.
Amaje bi wê jî kir, hemû welat pêşwazî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê dikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih re di civînên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de li New Yorkê beşdar in. Duhî jî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiyabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin