KHRN: Hêzên rejîma Îranê di mehekê de 10 kolberên Kurd kustin

02 December 2021 21:08 0 dîtin
KHRN: Hêzên rejîma Îranê di mehekê de 10 kolberên Kurd kustin

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ku navenda wê li Parîsê ye rapora xwe ya mehane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê eşkere kir.

Li gorî raporê di meha Mijdara îsal de pasevanên sînor ên rejîma Îranê herî kêm 11 kolber gulebaran kirin û 10 ji wan kuştin û 1 jî birîndar kirin.

Di raporê de hatiye gotin, “Roja 17ê Mijdarê, kolberekî zarok li Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê piştî desteserkirina mulkên wî ji aliyê hêzên sînor ve, xwe kuşt.”

Di rapora KHRNê de hatiye diyarkirin, li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de kolberek birîndar bû.

Li gorî raporên din ên KHRNê di sala 2021an de, di 11 mehên destpêkê yên salê de zêdetirî 130 kolber ji aliyê pasdarên sînor ên Îranî û Tirkiyê ve yan jî ji ber karesatên sirûştî mirine yan jî birîndar bûne.