Kiliçdaroglu bi balyozê Amerîka Flake re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Namzedê serokkomariya Tirkiyê û hem serokê partiya Komarî yê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu bi serkonsulê Amerîkayê Jeffry Flake re civiya. Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku Flake hevkariya Amerîkayê û ji bo candayên erdhejê taziyên xwe ragihandiye. Di hevdîtinê de bi Kılıçdaroğlu re serşêwrimendê wî Ünal Çeviköz hebû. Piştî hevdîtinê di ser hesabê balyozxana Amerîkayê de weha hat gotin:
“Ambassador Flake îro di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî yên Tirk re, di mijarên berjewendiyên hevpar de, bi serokê giştî yê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu re hevdîtin kiriye. Desteka Amerîkayê û ji bo candayên erdhejê, taziyên xwe gihandiye Kılıçdaroğlu.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin