Kiliçdaroglu li ser operasyona Tirkiyê ya li ser axa Basûrê Kurdistanê peyamek pistgiriyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser operasyona artêşa Tirkiyê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê peyamek piştgiriya operasyonê belav kir.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogu di peyama xwe de piştevaniya operasyona li dijî PKKê ya li ser axa Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir: “Li Bakurê Iraqê operasyona Pence-Kilîd a ji aliyê artêşa me ya qehreman ve tê birêve birin, duayên me li gel artêşa me ye. Xwedê di vê meha mubarek de wan biparêze û kevir li lingê leşkerên me (mihemedî) nekeve.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, berî niha Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar jî dabû zanîn, di derbarê operasyonê de partiyên opozîsyonê agahdar kirine û tu şiroveyeke wan a dijî operasyonê çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin