Kilicdaroglu: Tirkiye wekî kamyona frenê wê vala bûye ye!

14 February 2020 21:44 0 dîtin
Kilicdaroglu: Tirkiye wekî kamyona frenê wê vala bûye ye!

PeyamaKurd – Serokê partiya sereke ya opozisyona Tirkiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Stenbolê di kongreyekê de, di warên siyasî, aborî û rêveberiyê de rexneyên tund li deshilatdariya AKPê girt û got, “Tirkiye bûyek wekî kamyona frenê wê vala bûye” û banga pêkanîna demokrasiya rastîn kir.

Kiliçdaroglu di gotara xwe de rewşa Tirkiyê şiband kamyoneke ku frenê wê vala bûye bê serûber diçe û got ku tekane rê li ber Tirkiyê pêkanîna demokrasiya rastîn e.

Kiliçdaroglu wiha axivî: “Em neçar in demokrasiyeke bi maneyeke rastîn bînin. Pêwîste em demokrasiyên asta sêyemîn red bikin. Îro li Yekîtiya Ewropa (YE), Japonya, Kanadayê standardên demokrasiyê çi bin, divê ev li welatê me jî hebin. Xelkê welatê me çima rêveberiyeke zordestî heq bike?”