RAPIRSÎ | Tirkiye - Enflasyona %100 wekî %36 hatiye eskere kirin!
PeyamaKurd – Saziya Amaran a Tirkiyê ( TUİK) îro 3yê Çile rêjeyên enflasyonê ango giranbûna bihayên giştî eşkere kir.
Li gorî ragihandina TUÎKê, enflasyona meha Kanûna 2021ê %13,58 û ya salane jî %36,08 bûye.
Lê belê bihayî û zêdekirina nirxên kelûpelan li Tirkiyê ji sedî 100 derbas kiriye û pisporên aboriyê û opozîsyon amarên TUÎKê rexne dikin û dibêjin, “Enflasyon li ser %100yî ye.”
Herwiha kompaniya lêkolînan MetroPOLLê jî li ser rêjeyên TUÎKê belav kirine rapirsîyek li ser enflasyona meha Kanûnê çêkiriye.
Berpirsê MetroPOLLê Ozer Sencar li ser medya civakî amarên encamên rapirsiyê parve kirin ku derketiye holê li gorî nêrîna ji sedî 60ê welatiyên Tirkiyê yên deng didin partiyan, enflasyon li ser ji sedî 100yê ye.
AKP: %46,4
CHP: % 62,6
İYİ Parti: % 74,1
HDP: % 76,5
MHP: % 61,6
DEVA: % 45,7
SAADET: % 80
Partiyên din: % 75,4
Bêbiryar: % 63,2

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin