Kiliçdaroglu û Buldan jî tê de rakirina parêzbendiya 18 parlamenteran hat xwestin
PeyamaKurd – Dozgeriya Komarê ya Tirkiyê, ji bo rakirina parêzbendiya 18 parlamenteran. 22 fezlekeyên nû şandin ber destê parlamentoya Tirkiyê.
Di fezlekeyên 18 parlamenteran de, ya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî heye ku ji wan 7 fezleke ji bo parlamenterên HDPê û yek jî ji bo Hevseroka Giştî ya DBPê Saliha Aydeniz hatiye amadekirin.
Hat zanîn parlamenterên HDPê yên fezleke bo wan hatine amadekirin; Pervin Buldan, Huseyin Kaçmaz, Murat Çepni, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Semra Guzel û Ayşe Acar Başaran in.
Parlamenterên CHPê yên fezleke bo wan de hatine amadekirin jî; Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Mahmut Tanal, Ali Oztunç û Haşim Teoman Sancar in.
Ji ÎYİ Partiyê jî ji bo Yasin Ozturk û Îsmail Ok, ji AKPê ji bo Metin Yavuz, ji Partîya Komunîst TÎPê Bariş Atay û ji bo parlamenterên serbixwe Ahmet Şik û Cemal Enginyurt jî fezlekeyên rakirina parêzbendiyê bo parlamentoyê hatine pêşkeşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin