Kiliçdaroglu: YPG dewletê ava dike, lê Erdogan dengê xwe nake
PeyamaKurd – Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu, di nirxandineke xwe ya li ser siyaseta derve ya deshilatdariya AKP-MHPê de dibêje, “YPG dewletekê ava dike, lê belê qet dengê Erdogan bo wê dernakeve.”
Li gorî ragihandina nivîskarê Rojnameya Sozcuyê Saygi Ozturk, Kiliçdaroglu di taştêya ligel esnafên taksiyan de li ser pirsa siyaseta derve ya deshilatdariya Erdogan wiha gotiye:
“Binêrin li bakurê Sûriyê YPG (ango HSD û hêzên Kurd) dewleteke cuda ava dikin. Amerîka û Rûsya li kêleka wan in. Lê ka deng ji Erdogan derdikeve? Yê ku fermana parçekirina Sûriyê daye Trump e, yê ku fermanê bicih tîne jî Erdogan e. Ka Erdogan dengê xwe dike? Nexêr nake. Ji ber mal û milkê Erdogan dest û lingê wî girêdayî ye. Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey çi gotibû? ‘Tirkiye li Sûriyê wê operasyonan li ser rêxistinên terorî neke. Ma Erdogan derket û got, ew rast nabêje? Nekarî bêje, negot. Çimkî Erdogan hevserokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin