Kitêba Bolton tevî hemû astengiyên rêveberiya Trump jî derket

23 June 2020 21:01 0 dîtin
Kitêba Bolton tevî hemû astengiyên rêveberiya Trump jî derket

PeyamaKurd – Pitûka Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton ku danûstandinên rêveberiya Trump eşkere dike, tevî hemû astengkirinên wekî serlêdana dadgehê jî derket bazarê.

John Bolton di kitêba xwe ya bi navê "The Room Where It Happened" (Odeya Tişt têde qewimîn) dema ku li ser kar bû şahidiya danûstandinên rêveberiya Trump dike û wan eşkere dike.

Bolton di pirtûkê de herwiha gelek caran behsa Kurdan jî dike ku danûstandinên Trump û Erdogan û li ser êrîşên Tirkiyê helwesta dijî Kurdên Rojava bi taybet tîne ziman.

Pirtûka Bolton di medya Amerîkî û cîhanê de beriya ku bikeve bazara firotinê gelekî deng vedaye ku rêveberiya Trump bi rêya dadgehê xwest ku roja Şemiyê derketina bazarê ya kitêbê asteng bike.

Di pirtûka John Bolton de têbiniyên balkêş li ser ‘Pirsa Kurd û Rojava'