Mîranî: Tevî hemû zilman jî kurdan kariye hem xwe hem jî ol û axa xwe biparêzin

21 December 2021 19:57 0 dîtin
Mîranî: Tevî hemû zilman jî kurdan kariye hem xwe hem jî ol û axa xwe biparêzin

PeyamaKurd - Sekreterê polîtburoya Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, li Hewlêrê beşdarî  merasîma danasîna pirtûka Dr. Erefat Sitûnî ya bi navê ‘’Îslama Siyasî’ bû û li wir gotarek pêşkeş kir.

Fazil Mîranî di axaftina xwe de, bal kişand ser dîroka perçiqandina netewa kurd li Kurdistanê û got: “Em kurd li welatê xwe du caran rastî perçiqandinê hatin, carek ji ber netewî û carekê jî ji ber mezhebê. Dibe niha jî ew ewr her bi ser me de bê, ji bo nimûne kurdên Feylî têne armanc girtin, ji ber ku hem kurd in, hem jî şîe ne. Niha jî kurdên sunne hem kurd in û hem sunne ne di hikûmeta şîe de.”

Sekreterê polîtburoya PDKê got: “Divê em îslamê ji îslama siyasî cuda bikin, ewên ku cilê îslama siyasî li ber xwe dikin, îslam neşîrîn kirine û xelk xistine helwesteke nerênî li hember îslamê.”

Fazil Mîranî diyar kir: ‘’Îslama erênî xelkê ber bi pêkvejiyanê ve teşwîq dike, lê ew îslama partiyên ku îslamî ne, yan bi teqlîd jiyan dikin û pêş nakevin, xelk ber bi terorê ve teşwîq dikin, ew jî dijî îslamê ye. Ji bo nimûne kuştina xelkê û qebûl nekirina xelkê nemusliman û ewên ku tiştên êzidiyan naxwin, yan li malên Mesîhiyan narazên, ew hemû dijî îslamê ne.”

Mîranî di berdewamê de got: “Li gel wan hemû zilman jî di dîroka kurdan de, kurdan kariye hem axa xwe, hem ola xwe û hem jî xwe biparêzin.”