Kurdên ji Basûrê Efrîkayê silav li hemû Kurdan dikin

08 November 2023 18:03 0 dîtin
Kurdên ji  Basûrê Efrîkayê silav li hemû Kurdan dikin

PeyamaKurd - Li Hewlêrê îro danasîna belgefîlma Mela Ebubekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" hat lidarxistin.

Yek ji neviyên zaneyê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnaw ku di salên 1800an de ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê Mihemed Zobrî, di destpêka axaftina xwe de silav li Kurdên Kurdistanê û hemû cîhanê kir û got:

"Aşitî, bextewarî û hemû bereketên Xweda li ser we bin. Her miletek û gelê wî, her welatek çîrokeke wî ya hêjayî gotinê heye. Gelek çîrokên Kurdistanê jî yên bêhempa hene.

Îro rojek pir girîng e ku ji bo gel dê bibe feyz. Li vir cara ewil dê belgefîlmek bê nîşandan û paşê bê weşandin.

Belgefîlm li ser jiyana 24emîn Muftiyê Weqfa Malbata Herirî ku li Deşta Herîrê ya Başûrê Kurdistanê gelek destkeftî bi dest xistiye vedibêje.

Navê vî kesî Mele Ebubekir Efendi Xoşnaw e (bi navê Ebubekir Efendî tê naskirin). Navê min Mihemed e, ez neviyê Mele Ebubekir Efendî me. Ez di nav gel de bi navê Zobrî tême nasîn."

Mihemed Zobrî, da zanîn ku bi saya xebatên belgefîlmê hem pêwendiyên malbatê bi dîrok û nasnameya xwe ve xurt buye û hem jî dîroka malbatê hatiye belgekirin.

Zobrî destxweşî li derhêner Sîrwan Rehîm û kes û saziyên ku piştigirya van xebatan kiriye kir û wiha got:

 

 

"Di nav 10 rojan de tecrûbeyeke balkêş çêbû. Cara yekem bû ez beşdarbûna belgefîlmekê qebûl dikim. Min ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê qebûl kir.

Çêkirina vê belgefîlmê ji bo gelek neviyên Ebubekir Efendî jî bû çavkaniyeke baş. Ev bû sedem ku li xwe vegerin. Ji ber ku gelek ji wan demboriya xwe ji bîr kiribûn.

Bi weşandina belgefîlmê re dilê bi sedan Kurdên li Başûrê Afrîkayê dê bi dilê bi milyonan Kurdan re lê bixe."

Derhêner Sîrwan Rehîm li ser jiyana Mele Ebuberkir Efendi Xoşnaw belgefîlmek amade kir û di heman demê de li ser Mele Ebubekîr Efendî, pirtûkeke bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" ya 190 rûpelî ku belgeyên dîrokî tê de cih digire jî nivîsandiye.