Kobanî | Ceylan a 2 salî ya rastî bombebarana Tirk hatibû can da
PeyamaKurd - Zaroka ku roja Şemiyê 9ê Sibatê li Kobaniyê di topbaraneke artêşa Tirkiyê de birîndar bûbû îro Duşemê jiyana xwe ji dest da.
Zaroka bi navê Ceylan Hemo ya 2 salî roja Şemiyê di encama topbaraneke Tirkiyê de li gundê Aşme yê Kobanî birîndar bûbû. Hate ragihandin ku wê zarokê şeva borî ji ber birînên giran can daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di topbarana Tirkiyê ya li gundê Aşmê de, 11 kes birîndar bûbûn û Ceylan jî di nav wan de bû.
Herwiha doh Yekşemê jî droneke Tirkiyê malek li gundê Sigêro yê gundewarê rojhilatê Ên Îsa bombebaran kir û di wê bombebaranê de jî zarokê bi navê Selah Xelef El-Selama yê 15 salî can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin