Kobanî: Heta naskirina rastîn û temsîla fermî çênebe em venakisin

29 October 2019 15:56 0 dîtin
Kobanî: Heta naskirina rastîn û temsîla fermî çênebe em venakisin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) ji Kurdên Ewropayê daxwaz berdewama çalakî û piştgirî û hişyarîkirina raya giştî kir û got, em ê bi hev re bi ser bikevin.

Fermandarê HSDê herwiha bi twîteke erebî jî bal kişand ser gelê Kurdistanê û dostên li Ewropayê ku bi helwesta xwe karekî gelekî baş dikin û got, “Heza li Cenevreyê û Komîteya Destûrê naskirineke rastîn û nûnertiyeke fermî (ya Kurdan) çênebe em venakişin.”

Kobanî di twîta xwe ya Kurdî û Îngilizî de jî wiha got:

“Kurdistanî û dostên me yên li Ewrupa, hûn karekî hêja dikin. Piştgiriya we cihê şanaziyê ye. Em we spas dikin û hêvîdarin heta serkeftina mezin hûn piştgiriya xwe bidomînin û raya giştî hişiyar bikin. Em bi hev re serdikevin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî rêkeftina Soçî ya Tirkiye û Rûsyayê 150 saetên ji bo vekişîna hêzên Kurd hatibû dayîn îro bidawî dibe û Tirkiye tevî berdewama êrîşan jî gefa operasyonê dixwe û dibêje, YPG venekişiyaye sînorên bo wê hatine diyarkirin.