Doza Kobanî heta 14ê Hezîranê hat pasxistin
PeyamaKurd – 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ‘Doza Kobanî’ heta 14ê Hezîranê paş xist. Herwiha doza derbarê Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak de jî hat paşxistin.
22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di rûniştina duyemîn a Doza Kobanî ku di nav de 28 siyasetmedarên girtî ku rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene, 108 siyasetmedarên ji siyaseta Kurd tên darizandin, do Înê biryara xwe eşkere kir.
Piştî wergirtina parastina siyasetmedaran, heyata dadgehê da zanîn, di rewş û delîlên hene de ti guhertinek pêk nehatiye, lewma biryar da ku rûniştina sêyem roja 14ê Hezîranê bê kirin.
Hevserokê berê yên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de, 8 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd di çarçova wê dozê de tên dadgehîkirin.
Herwiha li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê, cara 11emîn hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak hatin dadgehîkirin.
Her du siyasetmedarên Kurd ku bi “endamtiya PKKê” tên tometbarkirin, di parastinên xwe de tekezî li ser wê kirin ku tohmetên arasteyî wan tên kirin bêbingeh in û “beşek in ji plangeriya li dijî siyasetmedarên Kurd.”
Di encama rûniştina 11emîn de jî, biryara azadkirina her du siyasetmedaran derneket û rûniştina bê jî dê 22ê Tîrmehê birêve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin